PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Iraqê Eyad Elawî da zanîn; Fermandarê Feyleqa Qudsê yê Supaya Pasdaran a Îranê Qaanî serdana Bexdayê kiriye.
Eyad Elawî diyar kir; serdana Qaanî tu bandorek li ser encamên hilbijartinên pêşwext nekir, Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê nekarî çareseriya amûrên dengdanê bike û piraniya welatiyên Iraqê ji ber vê yekê ji dengdanê bêpar man.
Elawî eşkere kir; dibe ku piştî ragihandina encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, di siberojê de li nav aliyên Şîe nakokî kûr bibe û rûbirûbûn serî hilde.
Herwiha serokwezîrê berê yê Iraqê Eyad Elawî destnîşan kir, vekişîna artêşa Amerîkayê ji Iraqê xeletiyeke mezin e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin