Elmanyayê firotina çekan da sekinandin!

Dîroka weşanê :
Elmanyayê firotina çekan da sekinandin!

PeyamaKurd- Hukûmeta Elmanyayê ji ber kuştina rojnamevan Cemal Qaşikçî, firotina çek û sîlehan ji bo Suûdî Erebîstanê, da sekinandin.

Di derbarê mijarê de Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkelê daxuyaniyek da û got ku di van şertan de em nikarin çek û sîlehan bifiroşine Suûdî Erebîstanê.

Piştî daxuyaniya Angela Merkelê, wezîrê Aboriyê yê Elmanyayê Peter Altmaier jî axivî û got ku em niha nikarin destûra firotina çekan ji bo Suûdî Erebîstanê bidin.

Suûdî Erebîstanê piştî kuştina rojnamevan Cemal Qaşikçî, ji gelek dewletan bertek dîtin. Êdî niha dorpêçeke navnetewî jî li dijî Suûdî Erebîstanê dest pê dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin