‘Em nikarin ji serê Îranê birevin’

‘Em nikarin ji serê Îranê birevin’

PeyamaKurd - Berpirsê îstîxbaratê General Yaakov Amidror ragihand, ku Îran hebûna xwe ya li Sûriyeyê bidomîne şerê Îranê li pêşiya me ye.

Hat ragihandin ku Berpirsê îstîxbaratê General Yaakov Amidror ku demekê şêwirmendiya Serokwezîr Benjamin Netanyahu jî kir di axaftina xwe ya rojnameya Yediot Ahronotê de ragihand ku eger Îran hebûna xwe ya li Sûriyeyê bidomîne şerê Îranê li pêşiya me ye.

Yaakov Amidror di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bê Îranê çawa piştgirî da Hizbullahê û hebûna xwe ya Libnanê zêde kir li Sûriyeyê jî heman tiştî bike, em neçarê rûbirûyê Îranê ne. Ev şer wê gelekî tevlîhev be û ji herdu aliyan jî dê pir kuştî çêbibin."

Amidror di dirêjiya axaftina xwe de got: "Îranê Navgîneke Hewayî ya Bêmirov ku teqemenî barkiribû şande Îsraîlê. Ev tê çi wate yê? Çima em neçar dimînin xwe bidin îfadekirin? Îran wesayîtên xwe yên herî baş dibe Sûriyeyê û ev ne ji bo parastina qoltuxê Esad e."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin