Emmanuel Macron, ji bo sersaxiyê çû Îmarata Erebî

Emmanuel Macron, ji bo sersaxiyê çû Îmarata Erebî

PeyamaKurd-Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, ji ber koça dawî ya Serokê Îmarata Erebî, derbasî Îmaratê bû. Macron, di peyama piştî serdanê de bal kişand ser têkiliyên navbera herdu welatan ên ku dê di serdema nû de bi pêş bikevin.

Emmanuel Macron, ji ber koça dawî ya Serokê Îmarata Erebî Şêx Xelîfe Bin Zayîd Al Nehiyan, derbasî Îmarata Erebî bû û sersaxiyê li xizmên Nehiyan kir. Macron bi Serokê Nû yê Îmarata Erebî Şêx Muhammed Bin Zayed Al Nehiyan re hevdîtin kir û hevdîtina xwe bi rêya hesabê xwe yê takekesî yê medyaya civakî ragihand. Macron di peyama xwe de da zanîn ku dê têkiliyên nav herdu welatan, li ser bingeha lihevkirin, zelalî û diyalogê bi pêş bikevin.

Serokê Îmarata Erebî Şêx Xelîfe Bin Zayîd Al Nehiyan, di 13ê Gulanê de koça dawî kir. Bi vê helkeftê, rêber û serkirdeyên welatan jî ji bo sersaxiyê serdana Îmarata Erebî dikin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin