Encamên civîna HDP û YSPê: Payîzê diçin kongreya awarte

Dîroka weşanê :
Encamên civîna HDP û YSPê: Payîzê diçin kongreya awarte

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di civîna bilind a meclisên HDP û Partiya Çep a Keskan (YSP) de biryarên girîng hatin dayîn. Hat zanîn ku di nav biryaran de çûyîna kongreya awarte jî heye.

Ji bo diyarkirina nexşerêya pêvajoya hilbijartinê, civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP û YSPê ya ku duh hatibû kirin, bi çend biryarên girîng bi dawî bûn.

Li gorî hat ragihandin, di civînê de ji ber rewşa hiqûqî ya dosyeya girtina HDPê û rewşa heyî ya dozê, biryar hat dayîn ku kongreya HDPê ya awarte bê lidarxistin. 

Hat zanîn ku ji ber vê yekê jî dê di vê çarçoveyê de hemû xebat radestî Partiya Çep a Keskan bê kirin.

Her wiha biryar hat dayîn ku YSP heta dawiya meha Îlonê kongreya xwe li dar bixe û di vê çarçoveyê de destûr û nav bê guherandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin