Encumena Asayisa Navdewletî ji ber kustina xwepêsanderên iraqî nîgeran e

Encumena Asayisa Navdewletî ji ber kustina xwepêsanderên iraqî nîgeran e

PeyamaKurd – Encumena asayişa navdewletî nîgeraniya xwe ji kuştina xwepêşanderên Iraqî nîşan da û daxwaz kir kuştin û bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşanderan were lêpirsînkirin.

Encumena asayişa navdewletî nîgeraniya xwe li hember kuştina xwepêşanderên Iraqî ji aliyê çekdar û milîsan ve nîşan daye û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye, pêşiya bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşanderan bigire.

Encumena asayişa navdewletî her wiha daxwaz kiriye derbarê kuştin û girtin û revandina xwepêşanderan de lêpirsîn û lêkolîn were kirin û yên ku destê wan di kuştina xwepêşanderan de heye, bên dadgehîkirin.

Li gorî agahiyên ne fermî, heta niha zêdetirî 500 kes di xwepêşandanên Iraqê de hatine kuştin û bi hezaran kes birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin