Enerhoatom: Elektrîka Zaporijyayê, car din hat qutkirin

Enerhoatom: Elektrîka Zaporijyayê, car din hat qutkirin

PeyamaKurd- Rêvebirên Kompaniya Enerjiya Nukleerî ya Dewleta Ukraynayê,  (Enerhoatom) bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku îro elektrîka hemû unîteyên şebekeya santrala Zaporijyayê, hatiye qutkirin.

Di daxuyaniya Enerhoatomê de hat eşkerekirin ku di dîrokê de cara yekemîn, duh di şebekeyên santralê de elektrîk hatiye qutkirin û bi qutbûna îro re jî ev bûye cara duyemîn ku ev yek pêk tê.

Bi rêya daxuyaniya nivîskî ya rayedarên kompaniyê hat diyarkirin ku agirê li derdora santrala Zaporijyayê derdikeve, zerarê dide xetên şebekeya ku elektrîkê dişîne Ukraynayê.

Duh, ji Koşka Spî daxuyanî hatibû dayîn

Li ser vê mijara ku wekî xetere tê dîtin, duh ji aliyê berdevkiya Koşka Spî ve daxuyaniyek hatibû dayîn û hatibû eşkerekirin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, bi rêya telefonê axivîne û mijara Zaporijyayê nirxandine.

Bi berdewamî hatibû gotin ku Biden û Zelenskiy, bang li Rusyayê kiriye ku venêrîna Zaporijyayê, bi temamî bide Ukrayna û Saziya Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (UAEA) da ku metirsî kêmtir bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin