PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 23yê Îlonê piştî nimêja Înê daxuyanî da rojnamevanan û li ser pevguhertina dîlên şerê Rûsya û Ukraynayê jî agahî dan.
Erdogan bal kişand ser korîdora zad û got ku heta niha 4 milyon ton zad hatiye veguhestin ku yê Ukraynayê bûye û ew niha li ser dixebitin zad û gubreyê Rûsyayê jî bo bazara cîhanê were veguhestin.
Herwiha Erdogan li ser pevguhertina dîlên şer jî ragihand: “Di pevguhertina dîlan de, li ser 200 navan tê rawestin. Hemû li Tirkiyê mêvanê me ne. Di nav van de Pûtîn bi israr kesek dixwest. Me ew kes şand Rûsyayê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin