Erdogan ji Pûtîn re behsa operasyona ser Rojavayê Kurdistanê kir

Erdogan ji Pûtîn re behsa operasyona ser Rojavayê Kurdistanê kir

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, îro 30yê Gulanê pêwendiyeke telefonî pêk anîn.

Hat ragihandin ku Erdogan ji Pûtîn re behsa operasyona li ser Rojavayê Kurdistanê kiriye û jê re jî gotiye, ew dixwazin li ser sînor bi kûrahiya 30 kîlometreyan ‘herêma ewle’ ava bikin.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê da xuyakirin, di hevdîtinê de mijarên herêmî bi taybetî şerê Ukrayna-Rûsyayê û têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê hatin gotûbêjkirin.

Erdogan ji Pûtîn re gotiye, heger di hevdîtinê de her du alî li ser prensîbê li hev bikin, ew amade ne ku li Stenbolê bi Rûsya, Ukrayna û Neteweyên Yekbûyî (NY) re bicivin û di mekanîzmaya çavdêriyê de rola xwe bilîzin.

Erdogan herwiha bi îdiaya ku êrîşên YPGê yên li dijî Tirkiyê ji ser sînor dewam dikin ji Pûtîn diyar kiriye, sînorê Tirkiyê ku di Cotmeha 2019an de di peymanê de cih girtibû herêma ewle ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan li ser nehatiye avakirin û ev yek ji bo ewlekirina van deveran pêdivî ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Rûsya piştî operasyona Tirkiyê ya dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê, ligel Amerîkayê yek ji welatên garantorê rêkeftina di navbera Tirkiyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de bû û hêzên Rûsî û Tirk li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê dest bi dewriyeyên leşkerî kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin