Erdogan, li ser Rojava axivî: Em dixwazin bi hev re gavan bihavêjin

Erdogan, li ser Rojava axivî: Em dixwazin bi hev re gavan bihavêjin

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, di vegera serdana Tirkmenîstanê de bersiva pirsên rojnamevanan da. Erdogan ragihand ku ew wekî Tirkiye, dixwazin bi Suriye û Rusyayê re gavên sêalî bihavêjin.

Erdogan, pirsa “Gelo dê operasyonek hevpar an mekanîzmayek hevpar a xebatê (bi Rusyayê re) hebe?" bersivand û ev nirxandin kirin:

"Em niha dixwazin Suriye, Tirkiye û Rusya, em bi hev re gavên sêalî bihavêjin. Ji bo vê yekê divê pêşî saziyên me yên îstîxbaratê, wezîrên berevaniyê û piştre jî wezîrên me yên karên derve bên cem hev. Piştî ku wan hevdîtinên xwe kirin, piştre em rêber werin cem hev. Min ev pêşniyaz li Birêz Putin kir. Wî jî bi awayekî erênî lê nihêrt. Bi vî awayî em ê xeleka hevdîtinan bidin destpêkirin.

Mijareke din jî heye ku hewcedariya havêtina gavên demildest heye.  Ew jî çi ye? Rêxistinên terorî, li Suriyeyê bi taybetî jî li bakurê Suriyeyê rehet nasekinin. Dem bi dem ji wê derê gefan li welatê me dixwin, sor dikin, her tiştî dikin. Ê me jî çi peymana Soçiyê be, çi jî peymana Astanayê be, li vê derê biryarên ku me dane hene. Ev biryar çi ne. Dema ku 30 kîlometre başûrê sînorê me bêzar dibin, ev korîdora me ya ewlehiyê ye. Em ê di vê korîdora ewlehiyê de her gavan bihavêjin."

Erdogan diyar kir ku ev ne nû ye û li Astanayê jî di rojeva Astanayê de ye û wiha got:

"Piştre li Soçiyê me hevdîtin û gotûbêj kirin. Kar ev e. Her wiha li Suriyeyê kordînasyona me bi Rusyayê re ne nû ye. Li Suriyeyê hêzên koalîsyonê hene. Di nav van hêzên koalîsyonê de kî heye? Di rêza yekemîn de Amerîka ye. Fransa, Almanya û Brîtanya jî hene. Li erdnîgariya ku ev hemû diqewimin, em ji bo ewlehiya welatê xwe, tedbîrên xwe digirin.”

Ji aliyê din ve Erdogan got, "Niha ev rêxistina terorê, piştgiriya herî mezin ji ku derê digire? Ji bîrên petrolê digire. Di heman demê de niha bîrên petrolê, di bin venêrîna hêzên koalîsyonê de ne. Difiroşin ku derê? Difiroşin rejîmê. Kî difiroşe? Rêxistina terorî difiroşe. Helbet me heta roja îroyîn jî sebir kiriye, lê belê êdî sebir qediya.

Niha me li dijî wan bîrên petrolê û cihên bi vî rengî, hemû cure gavan havêtine û em dihavêjin. Helbet ev jî bû sedem ku rêxistinên terorê bikevin nav matmayîneke mezin. Di pêvajoya ji niha û pê ve dê çi bibe. Lê di serî de Amerîka, em dibêjin ku heger ku hûn bi hezaran barhilgir çek û cebilxaneyan bidin van rêxistinên terorê û hûn vê yekê berdewam bikin, wekî ku me berê jî gotibû, em ê bixwe navika xwe jêbikin.”

Erdogan li ser pirsa, “We got, em dixwazin bi Suriye û Rusyayê re gavên hevpar bihavêjin. Helbet dema vê yekê dê girîng be. Nûnerê Taybet ê Suriyeyê yê berê yê Amerîkayê James Jeffrey daxuyanî da û got ku "Amerîka bi erênî li hevdîtina bi Esad re nanihêre." Hûn vê yekê çawa dinirxînin?" got ku

"Wisa xuya ye ku we hîn serokomarê xwe nas nekiriye. Ez bi destûra kesekî , kengê û çawa hevdîtinan nakim. Min li Qeterê bi Serokomarê Misirê re hevdîtin kir, min ji kesekî destûr negirt. Di gavên ku em ê der barê Suriyeyê de bihavêjin de dê xisûsên diyarde, berjewendiyên me yên neteweyî bin.

Ji herêma Ewlehiyê ya li Suriyeyê bigirin, heta bergirên ku em ê li dijî rêxistinên terorê bihavêjin, ev jî dê yek ji gavên ku em ê bihavêjin be.”

Li ser pirsê, “Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, got ku divê Tirkiyeyê jî wekî welatên din ên Yekîtiya Ewropayê, li gorî dorpêçên hatine sepandin tevbigere. Hûn vê yekê çawa dinirxînin? Hûn di nav rêberên Yekîtiya Ewropayê de di nav muxatabên xwe de di mijara polîtîkaya Rusya û Ukraynayê de kîjan rêberî nêzîkî polîtîkayên xwe dibînin? got ku

“Ez Borrell wekî muxatab nagirim. Ew tenê dikare bibe muxatabê Mewlûd Bey. Daxuyaniya ku daye, qet ne pak e. Ango Borrell nikare têkiliyên me yên bi Rusyayê re tayîn û pergal bike. Ew di van mijaran de ne xwedî kalîte û ne jî xwedî kapasîteyekeye wisa ye ku biryarê bide. Ev, daxuyaniyeke gelek kirêt e.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin