Erdogan midurên asayîsa 49 bajaran guherandin

Erdogan midurên asayîsa 49 bajaran guherandin

PeyamaKurd – Bi biryarnameyekê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, midurên asayîşê yên 49 bajarên Tirkiyê guherandin.

Di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de hat ragihandin ku bi biryarnameya Serokomariyê midurên asayîşê yên bajarên Bakurê Kurdistanê  wekî; Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg, Dersîm jî di nav de, midurên 49 bajaran bi kesên li şûna wan hatine tayînkirin hatine guhertin.

Herwiha hat ragihandin ku ji bilî cîguhertina midurên asayîşê di çend erkên din ên asayîş û ewlekariyê de jî guhertin hatine kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin