Erdogan pistî dengdanê peyam da: Gelekî girîng e…

Erdogan pistî dengdanê peyam da: Gelekî girîng e…

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û namzedê hilbijartinên serokomariyê Recep Tayyip Erdogan, îro Yekşemê 14ê Gulanê li Stenbolê navçeya Uskudarê dengê xwe da û bang li hilbijêran kir û got ku gelekî girîng e ji bo nîşandana hêza demokrasiya Tirkiyê dengê xwe bidin.

Namzedê Hevpeymana Cumhur Recep Tayyip Erdogan, piştî ku dengê xwe da axaftineke kurt kir û bang li welatiyan kir ku dengên xwe bikar bînin.

Erdogan diyar kir ku proseya dengdana hilbijartinan bêyî ti bûyeran li seranserê Tirkiye û herêma erdhejê dewam dike  û wiha axivî:

“Daxwaziya min ew e ku bi şev piştî hejmartina dengan, ji bo welatê me, miletê me û dahatûya demokrasiya me bibe wesîleya xêrê. Gelekî girîng e ku welatî heta demjimêr 17:00 ji bo nîşandana hêza demokrasiya Tirkiyê dengê xwe bidin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin