PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayîp Erdogan ku tekane namzedê seroktiyê ye, di Kongreya 8an a AK Partiyê de gotarek pêşkeş kir. Erdogan, di axaftina xwe de li ser rojevê û hedefên AK Partiyê peyam dan.
Erdogan li ser proseya Îmraliyê ya hatiye destpêkirin jî bêyî bi nav bike got, “Teror û siyaset, teror û demokrasî, li gel hev nabin. Ji bo vê yekê ew ê derfetên li pêş xwe bikar bînin û tundiya çil salan çareser bikin.”
Serokomarê Tirkiyê got: “Di dema ku cîhaneke nû tê avakirin, divê Tirkiye ji pirsa terorê rizgar bibe. Em ê siya tundî, çekan li ser welat rakin. Tirk, Kurd û Ereb em ê bibin yek û tundiya çil salan bidawî bikin.”
Herwiha Erdogan da zanîn: “Dema teror rabe, ji demokrasî heta geşepêdanê dê deriyekî nû vebe. Li Tirkiyê dê bingeheke tendurist ji bo nîqaşkirina pirsgirêkan ava bibe. Hêza sereke ya aborî, siyaseta derve û siyasetê demokrasî ye.”
Erdogan tekez kir: “Em ê eniya navxwe li ser bingeha biratî û demokrasî ava bikin. Em ê derfetên li pêş xwe baş bikar bînin. Em ê ya herî baş bikin û ji bo ya herî xirab jî amadekarîyê bikin.”
Di kongreya AK Partiyê de 1607 delege deng didin û çaverêye Erdogan ji nû ve wek serok bê hilbijartin.
Di kongreyê de, lîsteya Komîteya Navendî ya Biryar û Birêvebirinê û ya Komîteya Dîsîplînê ya AK Partiyê diyar bûn.
Li gorî lîsteyê, Dursun Ataş, Îdrîs Nebî Hatîpoglu, Kurşad Zorlu, Seyîthan Îzsîz û Unal Karaman ên ku ji Partiya ÎYÎyê çûne û Nedîm Yamalî û Serap Yazici Ozbudun ên ku ji Partiya Paşerojê çûne, ketin nav lîsteya Komîteya Navendî ya Biryar û Birêvebirinê Navendî ya Biryar û Rêvebirinê ya AK Partiyê.
Navên ku di lîsteya MKYK ya AK Partiyê de cih girtin wiha ev in:
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin