Êrîsî otobusa heciyên sîe kirin: 6 kes birîndar bûn

Êrîsî otobusa heciyên sîe kirin: 6 kes birîndar bûn

PeyamaKurd - Li herêma Beled ê başûrê parêzgeha Selahedîn li dijî otobuseke heciyan a Îranê êrîş hat kirin.

Hat ragihandin ku dema otobus derbas dibû bombe pê de hatiye teqandin û di encamê de 6 heciyên Îranî birîndar bûne.

Li gor medya Iraqê, heciyên şîe yên ji navçeya Parsabad a Mugana sînorê Azerbaycana Îranê diçûn Kerbaleyê rastî êrîşê hatin.

Di encama êrîşa ku li Beled a parêzgeha Selahedîn pêk hatiye de 6 hecî birîndar bûn ku hat ragihandin rewşa tenduristiya wan baş e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin