Êrîskarê konsolxaneya Fransa ya Siûdî hat desteserkirin

Êrîskarê konsolxaneya Fransa ya Siûdî hat desteserkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Erebistana Siudî kesekî ku bi alaveke tûj êrîşî karmendê ewlekariya konsolxaneya Fransa ya Cideyê kiribû, hatiye desteserkirin.

Daxuyanîya polîsên herêma Mekke ragihand ku karmendê ewlekariyê bi sivikî birîndar bûye û êrîşkarê hemwelatiyê Siûdî hatiye desteserkirin.

Balyozxaneya Fransayê jî ragihand ku konsolxaneya wan bûye armanca êrîşekê û zerevanek hatiye birîndarkirin, lê rewşa wî ne xeter e.

Balyozxaneya Fransî êrîşa dijî nûnertîya Fransayê ya dîplomatîk bi tundî şermezar kiri û diyar kir, ‘Ti sedem nikare wê êrîşê rewa bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin