Êrîskarê Tel Avîvê yê Filîstînî kustî hat desteser kirin

Êrîskarê Tel Avîvê yê Filîstînî kustî hat desteser kirin

PeyamaKurd – Êrîşkarê ku roja Pêncşemê bi çekan li navenda paytexta Îsraîl Tel Avîvê bi ser xelkê sivîl de gule reşandibû û bûbû sedema kuştina 2 kesan û birîndarkirina 8 kesan, kuştî hat desteserkirin.

Saziya ewlehiyê ya Îsraîlê Shin Bet ragihand ku efserên Îsraîlê êrîşkarê ku xwe li nêzî mizgefteke li Yafayê ya li başûrê Tel Avîvê veşartibû piştî pevçûnê bi awayekî kuştî desteser kiriye.

Hat zanîn ku êrîşkarê hatiye kuştin Filistînî ye û ji bajarê Cenîn ê Dîfa Xerbiyê ye û navê wî jî Reid Hazêm (29 salî) e.

Li gorî çavkaniyên filistînî û îsraîlî Reid Hazêm dema ku nimêja înê dikir û ji mizgeftê derket, hewl daye car din êrîş bike, lê bi hêzên taybet ên Îsraîlê re rû bi rû maye û hatiye kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Îsraîl ji meha Sibatê ve rastî çaremîn êrîşa terorî tê ku ji aliyê kesên îslamîyên tundrew ve ew êrîş têne encamdan û dibin sedema kuştina gelek sivîlan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin