PeyamaKurd – Hikûmeta Ermenistanê diyar kir, 2 leşkerên wan di şerê bi Azerbaycanê re, li ser sînorê navbera her du welatan hatine kuştin.
Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê bi daxuyaniyekê da zanîn, hêzên Azerbaycanê li Naxciwanê li başûr û rojavayê Ermenistanê teqe li hêzên Ermenistanê kirine.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê, di encamê de 2 leşkerên wan hatine kuştin.
Herwiha Wezareta Berevaniyê ya Azerbaycanê, Ermenistan bi wê yekê tohmetbar kir ku hêzên wê dest bi teqekirinê kirine, lê derbarê zirar û ziyanan de ti agahî nedan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin