PeyamaKurd – Serokê Sûriyê Beşer Esed biryarbameyekî efûyê derxist ku sûcên terorê de jî di nav de ye. Biryarname sûcên ku kuştin di wan de heye an bûne sedemên kuştinê, nexistiye nav biryarnameya xwe.
Li gor ragihandina ajansa fermî ya Sûriyê ya SANA yê; biryarname ji bo sûcên berya meha nîsana 2022 a ye.
Li gor ragihandina nûçeya di rojnama Şarqul Ewsêtê de; ev efû mafê kesayetiyê daye ber çav û kesê ku zerarê diye, di her şertê de dikare li dadgeha hûqûqê dozê veke.
Qanûn di rojnama fermî ya Sûriyê de hat belavkirin û ji roja belavkirinê û bi şûn de, tê bicîhanîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin