PeyamaKurd – Çavkaniyekî xwecihî ragihandiye ku, piştî rûxandina fermî ya rejîma Beşar Esed a bi destên hêzên çekdar ên opozîsyonê ve, îro (09.12.2024) endamekî Hêzên Pêşmerge ji zindaneke Sûriyeyê hatiye berdan.
Wî çavkaniyê gotiye, “Pêşmergeyê ji Akrê, Îsa Silêman di sala 2014an de li Mûsilê ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hatibû girtin. Piştî ku DAIŞê kontrola xwe li ser xaka xwe ji dest da, ew birin Sûriyeyê bû û piştre ket destê rejîma Esed û ji wê demê ve ji aliyê rejîmê ve di zindanan de bû.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin