Esîret bê sebeb lihev xistin: 7 mirî û 23 birîndar

Esîret bê sebeb lihev xistin: 7 mirî û 23 birîndar

PeyamaKurd – Li welatê Sûdanê li herêma Nîl a Şîn şerê di navbera qebîlyena de car din destpêkir û di encamê de 7 kes hatin kuştin û 23 kes birîndar bûn. Sedema şer nehat zanîn. Komîta Asayîşê ya Herêmê mijarêr weha ragihand:

“Roja pêncşemê piştî nîvro li bajarê Rûsayrisê li devera rojhilat Kuneysê bê sedemekî dabin zanîn ji nûh de şer û pevçûn destpêkir. Di pevçûnê de 7 kes mirin û 23 kes birîndar bûn. Li bajarên Damazin û Rûsayrisê siet ji 20.00 an heya 05.00 an qedexeya derketina derve hat ragihandin. Em bang li xelkê dikin ku hemwelatî li pey biryaran herin da em karibin asayîşê temîn bikin, kesên sûc kirine wan teslîmê edaletê bikin û ji bo van kiryaran jî bi hêzên asayîşê re hevkariyê bikin.”

Wezareta navxwe ragihand ku li deverê rewş arame û her tişt xistine bin kontrolê.

Berê jî di 15 ê temmûzê de şerê qebileyan li Herêma Nîl a Şîn destpêkiribû, qebîleyên Hausa û Hemec şer kiribûn û di encamê de 109 kes miribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin