PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê, li ser jinûvenivîsandina Peymana Civakî biryarek da û komîteyeke taybet ji bo wê ava dike.
Hevserokatiya Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser, biryar da ku komîteyeke taybet ava bike û erkê wê ji du meha kêmtir de, Peymana Civakî binivîse be.
Ev yek di civînekê de li bajarê Heseke bû ku endamên saziyên civaka sivîl û tevger û rêxistinên jinan, tevgerên ciwanan û Encûmena Sûriya Demokratîk, Encûmena Dadperweriya Civakî û beşek ji partiyên siyasî amade bûn.
Di civînê de biryar hat dayîn komîteyeke ji 30 kesna bê pêkanîn û rêjeya jinan 50% dibe, ku divê di du mehan de Peymana Civakî ya nû binivîsin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin