PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden di ‘Roja Bîranînê’ (Memorial Day) de, bi cîgira xwe Kamala Harris û wezîrê bergiriyê Lloyd Austin re li Goristana Netewî ya Arlingtonê ziyaret kir û di axaftina xwe de weha got:
“Demokrasî li welatê me û hem li dinayê di talûkê de ye. Leşkerên me yên canê xwe dane, em wan çawa bibîrtînin, wê dahatûya demorasiya me destnîşan bike.”
Biden, Harris û Austin, tacegulekî danîn ber kêlika leşkerekî û dirişma rêzgirtinê kirin. Piştî danîna tacegulê Biden axaftinekî kir û di axaftina xwe de behsa girîngiya bibîranîna leşkerên ku mirine kir. Biden got ku heya niha li Iraqê û Afxanistanê 7 hezar û 36 leşkerên Amerîkayê mirine û weha got:
“Leşkerên bo welatên xwe can dane, herwext di dilê me de dijîn. Her mirov weka hev hatiye afirandin. Demorasî li welatê me û dinyayê de di talûkê de ye.”
Li Amerîkayê her sal di meha gulanê de di roja duşema dawiya mehê de leşkerên di şer de jiyana xwe ji dest dane tên bibîranîn (Memorial Day).
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin