PeyamaKurd – Li ser êrîşa moşekî ya li Hewlêrê, Dije Terora Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, 2 moşek li nêzîkî Balafirxaneya Hewlêrê ketin.
Dije Terora Kurdistanê ji ser hesabê xwe yê tora medyayî diyar kir, li gor zanyariyên wan, 2 moşek li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ketine û moşekek jî bi ser balafirxaneyê derbas bûye.
Herwiha moşekek jî li nêzîkî Naz City ketiye û 2 kes jî birîndar bûne û moşekek jî li meydana ajalan ketiye.
Heta niha tu zanyariyên zêdetir berdest nîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin