PeyamaKurd - Dewriyeya hevbeş a Polîsên leşkerî yên Rûsya û leşkerên Tirkiyê ya heftemîn ku di çarçoveya rêkeftina Soçiyê de tê kirin, ji rojavayê bajarê Kobanê hat destpêkirin û heta benda kontrolê bidawî dibe.
Dewriyeya Hevbeş a Rûsiya û Tirkiyê ji Gundê Aşmê yê li Rojavayê bajarê Kobanê des pê kir ku ji 4 panzêrên artêşa Tirk û 4 panzêrên Rûsiyayê pêk tê.
Dewriye li gundên Aşmê, Çariqlî, Cibnê, Mişko, Pêndir, Xorxorê ya Jorîn, Qolê, Sûsan digere û heta benda kontrolê tê bidawîkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin