PeyamaKurd - Parlamenterê DEPê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ku 27 sal berê 4ê Îlona 1993yan li nav bajarê Batmanê hatibû qetilkirin, ji aliyê malbat û siyasetmedarên kurd ve li ser gora wî ya li navçeya Qosera ya bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê hat bibîranîn.
Hevsera Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar li merasîma bîranînê ya li goristanê got: “Nedîtina kujeran şerma mezin a dewletê ye. Bila ev jî şerma dewletê be ku heta niha qatilên parlamenterê xwe dernexistiye holê. Endamekî Hîzbûllahê girtin û gotin qatil e lê ew jî berdan. Çi dikin bila bikin dîtina van qatilan deynê stûyê me ye. Em ji nirxên xwe re deyndar in. Heta ku emrê me têr bike. Emrê me têr neke jî wê zarok û neviyên me hesabê vê yekê bipirsin û wê dest ji dozê bernedin. Bila dengê me here her kesî.”
Sîncar da zanîn ku dixwazin dozê bi dembihûrînê re hevrû bihêlin û diyar kir: “Em ê dest ji doza xwe bernedin. Ev ala şeref û namûsê ye. Em ê vê alê her hildin. Em vê bangê li her kesî dikin. Em soz didin ku em ê têkoşîna wan birêve bibin. Em serbilin din. Ne em wê dewlet şerm bike. Em ê layîqî nirxên xwe bin. Soza me soz e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin