PeyamaKurd- Li gor ragihandina Ajansa Ereb ya Nûçeyan ya dewleta Sûriyê (SANA), li bajarê Dêrezorê di êrîşa ku hatibû kirin bo ser leşkerên Amerîkayê de, 2 leşkerên Amerîkayî wenda ne û ji wan ti agahî nayê sitendin. Ajans binkeya nûçeya xwe dibe ser agahiyên mehellî.
Li Dêrezorê dewriya Amerîkayê yên ku ji seha petrolê ya bi navê El Omerê bi alavên Hummer diçûn ber bi El Tanakê de, rastî êrîşê hatibûn û di navbera wan de şer û pevçûn derketibû.
Ajans dibêje ku alava leşkerî ya Hummer bi temamî şewitiye û rastî rêça leşkeran nehatine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin