Hukumeta Kurdistanê biryara dewama muzakereyan da

Hukumeta Kurdistanê biryara dewama muzakereyan da

PeyamaKurd- Piştî civîna encumena wezîran ya hukumeta herêma Kurdistanê, bo bi Bexdayê re bigihên encaman, biryara dewamkirina muzakereyan bi Bexdayê re da. Civîna encumena wezîran di bin serokatiya serokwezîrê hukumeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de, bi rêya video konferansê hatkirin.

Di civînê de, encama civînên ku di bin serokatiya Qubad Talabanî de li Bexdaye hatibûn kirin, hat pêşkêşkirin, bo hukumeta herêma Kurdistanê mafên xwe yên qanûnî bidest bixe, wê muzakereyên xwe bi Bexdayê re bidin dewamkirin.

Di civînê de li ser reformên ku li Kurdistanê bên kirin agahî hatin dayîn û wê ji îro û pê de an ku ji 1 ê temmûzê û pêde bên bicîhkirin.

Mesrûr Barzanî got ku wê reform di her sehayê de bênkirin, reform daxwaza xelkê Kurdistanê ye û dê pêvajo dewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin