PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Stenbolê bi ahengekê salvegera 8an a damezrandina xwe pîroz kir.
Di ahenga ku li Navenda Pêşandanan a Bostanci ya Stenbolê pêk hat de, Hevserokê HDPê Mîthat Sancar axaftinek kir û got, "Em wek HDPê 8 salî ne lê belê li pişt me sedsal hene. HDP ne 8 salî, HDP 8 hezar salî ye."
Di ahenga ku peyamên hevserokên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên zindanîkirî jî hatin xwendin de, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî peyam şandin û 8 saliya HDPê pîroz kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin