Pîlotekî THYyê bi Covid-19ê ketiye, temasî bi dehan xebatkarên kokpîtê kiriye

Pîlotekî THYyê bi Covid-19ê ketiye, temasî bi dehan xebatkarên kokpîtê kiriye

PeyamaKurd - Pîlotekî THYyê bi korona vîrûsa nû (Covid-19) ketiye ku temasî bi dehan xebatkarên kokpîtê kiriye.

Li gorî nûçeya Airport Newsê, pîlotekî Kompaniya Hewageriyê ya Tirkiyê (THY) bi korona vîrûsa nû (Covid-19) ketiye.

Hat hînbûn ku hevalekî pîlotî, ew pîlotê ku bi Covid-19ê ketiye rakiriye nexweşxaneyê.

Herwiha hat zanîn ku pîlotê han di 10 rojên dawiyê de, direkt an jî endirekt temasî 134 xebatkarên kokpîtê kiriye.

Ji aliyê din ve, THY mailek ji xebatkarên ku bi wî pîlotî re kar kirine şand û ji wan xwest ku 14 rojan ji mal dernekevin û eger nîşaneyekê wê nexweşiyê peyda bibe biçin nexweşxaneyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin