PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca li ser xerabûna rewşa tenduristiya cîgirê serokê meclisa Tirkiyê (TBMM) Sırrı Süreyya Önder daxwuyanî da. Koca got ku di wexta gotûbêjên li ser budça Tirkiyê ya meclisê de Önder nexweş ketiye, rewşa wî başe û ji bo tetkîkên wî temamam bibin, wê di bin çavdêriya doktor de be.
Koca got ku Önder birine Ankara Bilkentê nexweşxana bajêr û weha dewam kir:
“Li nexweşxana lêkolînên wî yên tenduristiyê dewam dikin. Niha rewşa wî ya klînîkî başe lê ji bo tehlîlên wî temam bibin, divê di bin çavdêriya doktor de bimîne. Xwedê şîfayê bide wî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin