FARC ji nû de dest bi serê çekdariyê dike

FARC ji nû de dest bi serê çekdariyê dike

PeyamaKurd- Rêxistina Hêzên  Çekdar ên Şorişger yên Kolombiyayê piştî 2 salan biryarê da ku sîlihan hilgire û dest bi şerê çekdariyê bike. Serokê komîta hevdîtinan yên FARC ê Ivan Marquez, got ku peymana sala 2016an xerab kirine û biryar dane ku car din dest bi şerê çekdariyê bikin. Marquez hukumeta Kolombiyayê bi ‘olîgarşiya gemarî û taybet’ binav kir û ragihand ku wê ji nû de li dijî hukumetê şerê çekdariyê lidarbixin. Marquez weha got:

“Li ser navê zor û zilma li ser temamê xelkê bindest yê dinyayê, li dijî zorê di mijara çekdarbûnê de û di bin navê parastina mafên navdewletî de, em ji Marquetaliayê (Ciyê ku FARC lê hatiye damezrandin) beyan dikin ku me dest bi tevgereka nû kiriye.”

Li gor Marquez, hukuemta Kolombiyayê soza xwe ya ewlekariya jiyana hemwelatiyan neaniyê cî û bi taybetî bi sedemên siyasî ewlekariya jiyana mirovên siyasî nexistiye garantiye.

Li pişta Marquez demançe girêdayî û bi hevalên xwe re vîdeoyekî 32 deqe belav kir. Salekî zêde ye ku kes nizane Marquez li ku derê ye. Beyana xwe bi grûbek hevalên xwe re da û pê re kesê bi navê kod Jesus Santrich heye ku esas navê wî Seuxis Paucias Hernandez e û kesê bi navê El Paisa tê naskirin ku esas navê wî Hernan Daro Velasquez e, xuya dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin