PeyamaKurd- Fermandarê hêzên taybet yê Amerîkayê orgeneral Joseph Votel ragihand ku li Sûriyê di destê DEAŞê de ji 51 km2 yan zêdetir erd heye û wê zordayîna koalîsyonê bo ser DEAŞê zêdetir bikin.
Votel got ku wê DEAŞ erdê di destê xwe de bi temamî wenda bike û weha dewam kir:
“Destkeftiyên di destê koalsîyonê de, tenê mirov li hemberê DEAŞ ê destê xwe li ser tetikê bigre, tê parastin. DEAŞ rêxistineka bexwedêr e. Tevî ku hinek ûnsûrên wan belav bûne jî, eger tu zorê nedî ser wan dikarin werin cem hev.”
Di beyana xwe de general Votel behsa dewleta Tirkiyê kir û got ku divê li Sûriyê tehdîdek li hember Tirkiyê tine be û hevkarên wan yên sehayê jî bên parastin. Ev her dû perçeyekî ji plana wan ya Sûriyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin