PeyamaKurd- Fermandarê leşkerî yê DEAŞê Ebdulxaliq Kurdî tevî kurê xwe Mêhdî li bajarê Tirkiyê li Qeyseriyê hatin girtin. Bav û kur li wê derê ji xwe re xanî îcar kiribûn û kar dikirin.
Abdulxaliq Kurdî li bajarê Teleferê bo DEAŞê kar dikir û karê wî jî berpirsiyariya çekên giran bû. Hat ragihandin ku têkiliyên Kurdî hêjî bi DEAŞê re hene.
Bav û ku li bajarê Qeyseriyê ji aliyê hêzên asayîşê de hatin girtin û niha di destê asayîşê de ne. Gelek kesên endam û berpirsên DEAŞê xwe dane bajarê Qeyseriyê û li wê derê dijîn. Belkî xwe li wê dere vedêşêrin an li wir tên veşartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin