PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li parêzgeha Selahedîn ya Iraqê herî kêm 12 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin.
Li gorî zanyariyan şeva borî çekdarên DAIŞê li devera El Eysî ya nehiya Dore li nêzîkî bajarê Tikrîtê êrîşek birin ser hêzên Heşda Şeibî.
Hevpeymaniya Fetih ya Heşda Şeibî li ser êrîşê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, di wê êrîşê de fermanderek û 11 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin.
Hat diyarkirin ku di wê êrîşê de 10 çekdarên Heşda Şeibî jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin