Fermandariya Operasyonên Iraqê: Çekdarên Îranî nehatine berdan

Fermandariya Operasyonên Iraqê: Çekdarên Îranî nehatine berdan

PeyamKurd – Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê li ser girtina çekdarên milîsên girêdayî Îranê yê Ketaîba Hizbullahê ku ji aliyê dije terora Iraqê ve hatine girtin, daxuyanî da.

Fermandariyê ragihand ku ew çekdarên bi ser Îranê ve li ser fermana dadwerê hêzên dije terora Iraqê li başûrê Bexdayê hatine girtin û heta niha nehatine berdan.

Piştî operasyona şeva borî ya bi ser Hizbullaha Iraqê de li gorî medya Iraqî 23 çekdarên milîsên Îranê hatine girtin û piştre hinek dezgehên medyayî belav kiribûn ku hatine berdan.

Hizbullaha Iraqê gef li Kazimî xwar: Ajanê Amerîkayê û xayîn e!

Li Iraqê 23 endamên Ketaib Hizbullah hat girtin

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin