Finlandiya: Bila Tirkiye bi me ewle be

Finlandiya: Bila Tirkiye bi me ewle be

PeyamaKurd- Wezîrên Berevanî û Karên Derve yên Finlandiyayê, di derbarê pêvajoya endamtiya NATOyê de daxuyaniyeke hevpar da û bi rêya vê daxuyaniyê di vê çarçoveyê de bang li rayedarên Tirkiyeyê jî hat kirin.

Wezîrê Berevaniya Finlandiyayê Antti Kaikkonen  û Wezîrê Karên Derve yê Finlandiyayê Pekka Haavisto, bi daxuyaniyeke hevpar di derbarê endamtiya NATOyê ya Finlandiyayê de axivîn.

Wezîrê Berevaniyê Kaikkonen da zanîn ku li gorî texmînên wan, dê endamtiya NATOyê ya welatê wan, îsal bi cih were û diyar kir ku Finlandiya bi endamtiya NATOyê, ketiye nav trêneke ku bi rê ketiye lewra gelek endamtiyên girîng ên NATOyê, ji bo tifaqa berevaniyê ji nû ve bi teşe dibe.

Wezîrê Berevaniyê bi berdewamî got ku Finlandiya, rastiya ku NATO xwedî sîwaneke çekên nukleerî ye, qebûl dike û da zanîn ku pêşniyaza çekên nukleerî li wan nehatiye kirin û ew çekên nukleerî li wê derê nayên xwestin.

Wezîrê Karên Derve yê Finlandiyayê Pekka Haavisto jî axivî û wî jî da zanîn ku armanceke wan a bidestxistina çekên nukleerî tuneye.

Wezîrê Berevaniyê Kaikkonen, di dawiya daxuyaniyê de bal kişand ser fikarên rayedarên Tirkiyeyê yên li ser têkoşîna li dijî terorê û got ku bila Tirkiye di vê mijarê de bi Finlandiyayê ewle be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin