PeyamaKurd- Li Iraqê şerekî navxweyî hatiye ber devê dêrî. Çekdarên şiî gelekî bandoreke neyinî kirin ku rewşa welêt hate vê astê.
Rojnameya Amerîkî Foreign Affairsê li ser Iraqê analîzek parve kir û got ku li Iraqê ji bo şerekî navxweyî, talûkeyeke mezin heye. Çekdarên şiiyan rewşa Iraqê anîn vê astê.
Foreign Affairs wiha dewam kir: “Belê, Iraq li hemberî IŞÎDê bi ser ket, lê belê hê jî talûke li Iraqê derbas nebûye. Lewra rêvebiriyê, hê jî ew şertên ku bû sebeba vegirtina IŞÎDê, ji holê ranekirine. Niha jî hêzên leşkerî yên şiiyan ji Artêşa Iraqê bihêztir in. Di navbera komên çekdar de, îhtîmala şerekî, wê ji bo şerê navxweyî, dêrî veke.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin