PeyamaKurd- Li payîtexta Iraqê, bi fuzeyan êrîşê balafirgeha Bexdayê ya navdewletî kirin lê fuze li nêzî balafirgehê ketin. Êrîşa fuzeyî ji aliyê tora medyayê ya hukumeta Bexdayê de hat ragihandin. Li gor ragihandina medya hukumetê 2 fuzeyên Katyuşa haine avêtin bo balafirgehê.
Di encama êrîşa fuzeyî de xesara can û maddî çênebûye. Nehat ragihandin bê êrîş ji aliyê kê de hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin