PeyamaKurd – Fransa ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî daxwaz kir da bo welatê Maliyê bicivin. Fransa banga xwe piştî hukumeta Maliyê ya demkî serokê dewletê Bah Ndaw, serokwezîr Moctar Ouane û wezîrê bergiriyê Suleyman Doucoure desteser kir, bang li Neteweyên Yekgirtî kir.
Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian bo meclisa Fransayê ya Netewî mijarê weha ragihand:
“Bo bi awayekî ji dil li ser rewşa Maliyê rawestin, em ê vê sibê bi wextê New Yorkê ji Konseya Ewlehiyê daxwaza civînê bikin.”
Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî Zîrweya Awrûpayê ragihand ku desteserkirina serok û serokwezîrê dewleta Maliyê derbe li ser derbê ye.
Mîsyona Îstîqrar û Entegrê ya Netweyên Yekgirtî ya li Maliyê (MINUSMA) li ser mijarê peyama xwe weha da:
“Em bûyeran ji nêz de dişopînin. Em ji hukumeta demkî ya Maliyê dixwazin ku serokê dewletê Bah Ndaw û serokwezîr Moctar Ouane bilez û bê şert serbest berdin. Em di çarçoveya Komîta Şopîner ya Demki ya Cîh, bi Civata Yekîtiya Darayî ya Welatên Rojavayê Afrîkayê bi ECOWAS û Yekîtiya Afrîkayê AU re û bi rêxistinên navdewletî re di nav têkiliyên nêzde ne. Em ê desteka xwe bo hukumeta sîvîl ya demkî bidin dewamkirin.”
Artêşa Maliyê di 18 ê tebaxa sala 2020 an de dest danîbû ser rêvebiriya Maliyê û piştî wê duhî serokkomar, serokwezîr û wezîrê Maliyê desteser kiribû û biribû baregeha leşkerî ya li Katîyê ku li derveyê payîtexta Maliyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin