Fransa êrîsa Îsraîlê ya ser Refahê sermezar kir

Fransa êrîsa Îsraîlê ya ser Refahê sermezar kir

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Fransayê ragihand ku êrîşa ser bajarê Refahê ya Îsraîlê felaketekî mezine ji bo xelkê sîvîl û xwest Îsraîl êrîşê bi dawî bike.

Fransa her weha xwest ku deriyê Refahê vebe û alîkariya mirovî bigihê Xezzayê. Wezaret di ragihandina xwe de got ku li Xezzayê ji bo sîvîlan ti derekî bi ewle tineye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin