Fransa: Li herêmê îhtîmala ser heye

Fransa: Li herêmê îhtîmala ser heye

PeyamaKurd- Wezîrê karê derve yê Fransayê Le Drian ragihand ku di demên dawiyê de pirsgirêkên di derbarê Îranê û Sûriyê de, ketine nava hev û îhtîmala şer heye. Le Drian di radyoya France Inter de li ser rojevê weha got:

"Hun şîrketeka ne Amerîkayî ne û li Îranê dixebitin. Lê tevî hun ne şîrketa Amerîkane jî em naxwazin hun bi Îranê re bixebitin ji ber hun bi dolar bazirganiyê dikin. Ev nayê qebûl kirin. Divê Yekîtiya Awrûpa li hember vê yekê raweste û ev heye jî.”

Li ser pirsa nexweşînên di navbera Amerîka û Îrane de, li ser pirsa ‘gelo îhtîmaleka şer li Rojhilata Navîn heye an na’ de Le Drian got: “Belê. Weka mînak dikarim bêjim Îran li Sûriyê hêzên xwe bi cîh kiriye û êrîşê Îsraîlê dike û Îsraîl bersiva wan dide.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin