PeyamaKurd – Piştî êrîşa Îranê ya ser Îsraîlê wezaretên karên derve yên Fransa û Belçîkayê bangî balyozên Îranê kirin.
Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Fransayê; ji bo balyozê Îranê ragihandiye ku Fransa êrîşa Îranê ya ser Îsraîlê şermezar dike. Fransa gotiye ku ew dixebitin da rewşê aram bikin û ji bo wê, bi hevkarên xwe re dixebitin.
Wezîrê karên derve yê Belçîkayê Hadja Lahbib jî ragihand ku gazî balyozê Îranê kirine da here wezaretê û êrîşa ser Îsraîlê şermezar kirine. Ji balyoz re weha gotine:
“Êrîş, îstîqrar û xelkê herêmê dixe talûkê û herkesî ji aştiyê dûr dixe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin