PeyamaKurd – Leşkerên Fransî yên li Nîjerê ku ji roja leşkeran desthilatdarî girtine, rageşiya bi Fransayê re roj bi roj zêde dibe, ji welêt vekişiyan.
Ji hezar û 500 leşkerên li Nîjeryayê wezîfedar in, hezar û 346 leşker berê xwe dane Fransayê, 154 leşkerên mayî jî welat terikandine.
Leşkerên Fransî baregeha leşkerî ya Fransa ya li paytext Niamey bi merasîmekê radestî rayedarên Nîjerê kirin.
Nîjeryayên ku xwestin çûna leşkerên Fransî pîroz bikin jî li baregeha leşkerî hatin cem hev û pîrozbahî li dar xistin.
Li aliyê din Balyozxaneya Fransa ya li Nîameyê ji 22ê Kanûnê ve bi hinceta “Ji ber astengiyên rayedarên Nîjeryê Sefaret nikare erka xwe pêk bîne” hat girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin