Fransayê 'Roja Bîranîna Qira Ermenan' pesend kir

Fransayê 'Roja Bîranîna Qira Ermenan' pesend kir

PeyamaKurd - Biryarnameya 24ê Nîsanê Roja Qira Ermenan ji aliyê Serokomar Emmanuel Macron ve hat îmzekirin û di rojnameya fermî de weşiya.

Li gor nûçeya Deutsche Welleyê 

Macron beriya niha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan agahdar kiribû ku wan roja 24ê Nîsanê wekî rojaa salvegera bûyerên 1915an  wekî Roja Bîranîna Qira Ermenan destnîşan kiriye.

Hat ragihandin ku biryarnameya fermîkirina Roja Bîranîna Qira Ermenan ji aliyê Serokomarê Fransayê Macron ve hatiye îmzekirin û ketiye meriyetê.

TIRKIYÊ BERTEK NÎŞAN DA

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bertek nîşanî biryara Fransayê da û got, "Biryarnameya Macron a 24ê Nîsanê binpêkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin