Fuad Husên: Çalakiyên DAIŞê zêde bûne

Dîroka weşanê :
Fuad Husên: Çalakiyên DAIŞê zêde bûne

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, li Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê di hevpeyvînekê de li gel ajansa Reutersê hişyarî da ku DAIŞê li  Sûriyeyê ji nû ve dest bi tevgerê kiriye.

Husên bal kişand ser metirsiya veguhestina endamên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê ber bi Iraqê ve û diyar kir ku ev pêvajo bi awayekî çalak berdewam dike. Ji bo ku hikûmeta Bexdayê bikaribe bi vê hejmara zêde ya girtiyan re mijûl bibe, Wezîrê Derve daxwaza piştgiriya darayî ya navneteweyî kir û got ku danûstandinên wan bi hin welatan re ji bo vegerandina welatiyên wan ên girtî berdewam in.

Li gorî daxuyaniyên fermî, heta niha zêdetirî 5 hezar endamên DAIŞê ji kampên Rojavayê Kurdistanê bo hundirê Iraqê hatine veguhastin.

Berdevkê Wezareta Dadê ya Iraqê jî pişrast kir ku hejmara girtiyên hatine veguhestin gihîştiye 5,064 kesan û zêdetirî 3 hezar ji wan welatiyên Sûrî û biyanî ne ku niha di girtîgeheke taybet de têne parastin.

Ev pêvajo piştî ragihandina Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ya di meha Çileyê de leztir bû.

Ji bilî mijarên ewlehiyê, Fuad Husên behsa rewşa siyasî ya navxweyî ya Iraqê û peywendiyên bi Washingtonê re jî kir. 

Wî destnîşan kir ku peyamên Amerîkayê ji bo wan giring in, lê tekez kir ku mijara namzedkirina Nûrî Malikî ji bo posta serokwezîrtiyê tenê meseleyeke navxweyî ya Iraqê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin