PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li Enqereyê civiyan.
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê îro 15ê Tebaxê ragihand, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Enqereyê bi Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Derva yê Iraqê Fuad Husên re civiya.
Hêjayî gotinê ye, civîna 4emîn ya Mekanîzmeya Ewlehiyê ya Bilind ya Tirkiye-Iraqê wê li Enqereyê bê lidarxistin ku şanda Iraqê niha li Tirkiyeyê ye.
Hatibû diyarkirin ku civîna yekem ya Koma Plansaziya Hevbeş dê bi hevserokatiya Fîdan û Husên li Enqereyê pêk were.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin