Artêsa Rûsya wê li rojhilatê Rûsyayê S-400an bicîh bike

Artêsa Rûsya wê li rojhilatê Rûsyayê S-400an bicîh bike

PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku li rojhilatê Rûsyayê li ser sînorê Çînê li herêma leşkerî 2 bataryayên fuzeyên balafiran hene û wê van heyiyên leşkerî bi sîstema S-400 an û bi sîstema Buk-M1-2 yan destek bikin. Şoygu di civîna wezareta bergiriyê de got ku wê heyiyên xwe yên leşkerî yên li ser sînorê Çînê xurt bikin.

Şoygu ragihand ku heya dawiya salê wê 500 ekîpmanên leşkerî sewqî deverê bikin û weha dewam kir:

“Li herêmên rojhilatê gengeşeyên leşkerî-siyasî dewam dikin û bo tehdîtên çêdibin, ber li wan bigrin, tedbir tên plankirin.”

5 bingehên leşkerî yên mezin li Rûsyayê hene ku yek ji wan li rojhilatê Rûsyayê, navenda wê li bajarê Habarovskê ye. Ji sînorê Çînê 30 km dûr e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin