Li Wanê 500 kes bi koronayê ketine û 10 kesan jî can daye

Li Wanê 500 kes bi koronayê ketine û 10 kesan jî can daye

PeyamaKurd - Li gorî amarên dawî li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê heta niha 500 kes bi vîrusa koronaya nû Covid-19 ketine û 10 kesan jî can daye.

Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê ragihand, heta niha li bajêr 500 kes bi vîrusa koronayê ketine ku niha li nexweşxaneyên Wanê 90 kes di bin çavdêriya bizîşkî de ne.

Li gorî daxuyaniyê 410 nexweşên koronayê baş bûne û vegeriyane malên xwe û 10 kesan jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Parêzgariya Wanê daye zanîn ku heta niha 64 hezar kes hatine karantînekirin û 17 hezar kes jî ji karantînayê derketine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin