PeyamaKurd – Li parêzgeha Zîqarê ya Iraqê, di navbera xwepêşanderan û hêzên emnî de alozî derket û di encamê de 22 kes birîndar bûn.
Li gor medyaya Iraqê belav kiriye, ji ber aloziyên di navbera hêzên emnî û xwepêşanderan de ji her du aliyan 22 kes birîndar bûne.
Herwiha zanyariyên ji medyaya Iraqê diyar dikin, 12 kes jê hêzên asayîşê û 10 kes jî ji xwepêşanderan ji ber aloziyan birîndar bûne.
Hêjayî gotinê ye, xwepêşandan di navbera hêzên emnî û xwepêşanderan de berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin