PeyamaKurd – Serokê Konseya Yekîtiya Awrûpayê Charles Michel, tevî ku hêj encama hilbijartina serokatiya Amerîkayê bi fermî nehatiye ragihandin, Joe Bidenî dawetî zîrweya Yekîtiya Awrûpayê ya Brukselê kir.
Michel, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku wî di rêya telefonê de bi Joe Biden re axifiye. Michel got ku dixwazin ji nûh de hevkariyeka xurt ya Amerîka-YA yê ava bikin û Joe Biden dawetî civîna taybet ya bi lîderên Yekîtiya Awrûpayê ya sala bê kiriye.
Seroka komîsyona Yekîtiya Awrûpayê Ursula von der Leyen jî telefona Joe Biden kiriye û di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha ragihand:
“Bi sedema hilbijartina Biden, min wî pîroz kir. Ev destpêke bo hevkariya kureyî ya Amerîka û Yekîtiya Awrûpayê. Awrûpayekî ku bi hevre bi awayekî xurt dixebite û hevkariya bi Amerîkayeka xurt re ya piralî, bişêwr û li ser esasê qedr û qiymetên hevpar de dikarin şekil bidin rojeva dinyayê ya kureyî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin